Dienstag, 13. Februar 2018

Di Derheqa Pirtûka Rohat Alakom a bi navê “Li Kurdistanê Hezeke Nûh/JİNÊN KURD” de Hin Rexne (1)



Min mehekî berê pirtûka lêkolîner, nivîskar Rohat Alakom a bi navê “Li Kurdistanê Hêzeke Nûh/JİNÊN KURD” li pirtûkxaneyeka Berlînê (https://www.zlb.de/ ) dît. Bi rastî heya niha çend pirtûkên Rohat Alakom ketibûn li ber destê min lê mixabin min xwendina wan tim ji bona rojên dirêj, hêsatir û fireh hîştîbû. Lê niha, li vir im û dizanim meriv bireve bintara dinyayê jî (belê hejmara saetên rojan diguhere) lê mixabin zeman tim yek e, kin e. Jixwe ne hewceye êdî qala “hêsatir û firehtirê” bikim. Nîn e!
Ez û pirtûka Rohat Alakomê min ji dûr ve bihîstiye, bi dehan hevalan pesna karên wî dane bi rastî min xwendina pirtûkên wî jî wekî karekî cidî dîtiye niha li hemberî hev in. Belê min xwend! Ger rast û dirûstî bibêjim ku heya min xwend dibe kum in bi hezar caran pirtûk ji deste xwe avêt, bi hêrs got biland, carna kenîyam û min got normal e jixwe civat ev e… Dawîya dawîyê min ev pirtûka 135 rûpelî navbera du heftan de bi awayekî rexneyî xwend û gelek jî not jê girtin. Du sedemên bingehîn ew motivasyona dan min ku ez vê pirtûkê bixwînim, not jê bigrîm û vê nivîsa rexneyî binvîsim. Sedema yekem ew e ku; eşkere ye ku aliyê “book rewiev” rexneyê pirtûkan de zêde xebatê Kurdî û xebatên li ser pirtûkên Kurdî hatine kirin nîn in. Sedema duyem jî ew e ku; min jiyana jinên kurd, malbat, rêxistin û sûkên Kurdistanê bi jiyana xwe ve dîtiye. Û nexêr min gilî gotin, helwesta mirovan a di derheqa vê mijarê de jî bi taybet li ser torên civakî (social media) dîtiye. Yanê bi awayekî baş dizanim ku her çi qasî drûşma herî berbelav “jin jiyan azadî” be jî û her çi qasî jinên Kurd ji bona avakirin û parastina welatê xwe li serê çiya, nav bajaran de bin jî nexêr çandeka mêrane ya giran mîna qîra reş li ser sere Kurdistanê tim digere. Bi rexneya vê pirtûkê ve dixwazim hin şopên çanda mêrane bi rêya pirtûkeka bi îddaya xizmetkirina dîroka jinan ve hatiye nivisîn ve eşkere bikim.

Vê nivîsa yekem de ez ê di derheqa pirtûkê de bi kurtasî çend agahîyan bidim û derheqa zimanê pirtûkê de fikra xwe bibêjim. 
Pirtûk bi heşt beşan pêk tê û wekî li ser berga pêşîn de hatiye nivisîn pirtûkeka lêkolînê ye. Jixwe lewma jî navê Rohat Alakom ne bi wekî nivîskar, wekî amadekar hatiye nivîsin. Jixwe gava meriv pê de pê de dixwîne baş xuya dibe ku ev pirtûka ji hin nivîs û lêkolînên lêkolînerên bi taybet Europî pêk hatiye, xêncî hin “xweşkirinên” birêz Alakom tişteke nû nîn e. Dawîya pirtûkê de bi rastî jî albûmeka jinên Kurd ya baş heye û meriv dikare gelek wêneyên salên berî bi aliyê gerokên Europî ve hatine kişandin bibîne. 
Aliyê zimên ve xwendina vê pirtûkê bi rastî jî zehmet e. Ne ji ber ku hevokên zehmet, dirêj an jî termên femkirina wan zehmet, ji bona ku her çi qasî pirtûk bi zimanê Kurdî/kurmancî hatibe nivîsin jî bi rastî peyv bi kurdî lê hevoksazî yekser bi Tirkî ye. Helbet çapa vê pirtûkê 1995’e û jixwe li wan çaxan nivîsandina Kurdî gorî niha bê standartir bû, lewma jî divê meriv vê rewşê fem bike. Lê belê dîsa jî, bi sedan hevokên wekî;

“Çawa tê zanîn zimanê Kurdî beşeke vê koma zimanan pêk tîne”(rpl:9)

Li vir de “çawa tê zanîn” rasterast bi tirkî “bilindiği üzere” yê tercume ye. Hîç nebe ji dewsa “çawa” yê “wekî” bihata bi kar anîn (gorî zanîna min) dê çêtir bûya.

“Kamûran Bedîrxan di lekolîneke xwe ya li ser  rewşa jinên Kurd de çawa dîyar dike, bi taybetî jinên ku mêrên wan ji aliyê Osmanîyan de hatiye kuştin….” (rpl:39)

“Her malbateke Kurd êdî çawa em dibînin polîtize bûye” (rpl:63)

Bi rastî demekî şûnda êdî wisa hêrsa min hat min bi penvîsa destê xwe li ser van “çawa”yên ecêw xêz kir derbas bûm. Jixwe xêncî vê kêmasî/şaşiya ber bi çav gelemperîya hevokan rasterast gorî hevoksazîya Tirkî hatiye nivisîn. Ez gava dixwînim, yekser ferq dikim ku ev bi Tirkî ye lê mixabin gelek caran zanîna min a zimanî têr nake ku alternatîfên Kurdî nîşan bidim.
Ez ê di derheqa vê pirtûkê de çend nivîsên din jî binvîsim û bibim daynim li pirtûkxaneyê. Heke rojekî rêya Kurdîzanekî li wir keve, dikare hemû notên min ji nav pirtûkê de bibîne û bixwîne.



  




2 Kommentare:

  1. Dest xweş. Heta niha min çar pênc kitêbên Rohat Alakom xwendine û di her xwendinê de jî kêfa min ji kar û lêkolîna wî re hatiye. Bi taybetî Eski Istanbul Kürtleri min bi zewqeke mezin xwendibû. Aliyekî Rohat yê kêfa min jê re hatî ew e ku li bêtir li ser dîroka şexsan hûr dibe. Min ev kitêb nexwendiye lê ez bawer im wan çaxan tesîra tirkî bêtir li ser hebûye lê di çapên nû de tesîra tirkî zêde ne xuya ye. Lê ji ziman bêtir daxwaza min ji te ew e ku tu karibî aliyê naverokî û lêkolînî yê berhemê binirxînî. Bi derengî jî be bloga te li ser xêrê be û hêvî dikim her berdewam bî di nivîsandinê de. Gelek silav.

    AntwortenLöschen
  2. Silav birêz Inan Eroglu; nexêr min beyî vê pirtûkê tu xebatên Rohat Alakom nexwendine lewma jî ez nikarim di derheqa serpehatiya wî ya zimanî de tiştekî bibêjim. Lê belê, gava meriv bala xwe dide weşanên berê (bi taybet kovarên polîtik yên bi Kurdî/kurmancî) baş xuyaye ku hevoksazîya Kurdî/kurmancî wê demê bêtir di bin bandora Tirkî de bûye. Belê jixwe plana min jî ew e ku ez bi derheqa naveroka pirtûkê de herî kêm 2 nivîsên din jî binvîsim. Gelek spas dikim ji bona şîroveya te.
    Silav û rêz.

    AntwortenLöschen