Samstag, 23. Dezember 2017

Çima?

Çend salan berê gava min blogek vekir û çend wergerên xwe yên eletewşî parve kirin, min dilê xwe de wisa dizaibu ku rojekî hîç nebe keseke wan wergeran bixwîne û dibe ku çend rexneyan bike. Wê çaxê cara yekem bû ku min karekî wiha dikir. Cara yekem bû min werger dikir ja xwe jî bi zimanê Kurmancî dikir. Lê paşê, nava çend salan de min îcar baş fem kir ku Kurdî/Kurmancî êdî wekî xalîçeyeka destçêkirî ya rengoreng tê dîtin. Gelek kes pesna wê didin, gelek kes li ser navê wê xeber dide lê belê pir kêm kes bi rastî jî wê bi kar tîne.

Îcar jî min qîmetekî mezin da ew kesên vê xalîçeya rengoreng bi kar tînin, ne wekî tişteka bedewa bêkêr, wekî hacêteka hîç ne bedew be jî qîmetê xwe ji kêrhatina xwe digire...

Lê paşê îcar jî min dît ku zêdepariya van kurmancî wekî warekî çavpêneketî dibînin. Vê dewrana êdî derheqa her tiştî de gotin kutabûne, bi milyonan pirtûk hatine nivisîn, her kesî cihê xwe baş zeftkirîye de ew jî dixwazin xwe bi vî zimanî biceribînin. Jixwe heke tu çend gotinên rojane, hin hestên arabesk û êş û kedera Kurdan tevlihevdu bikî îja wekî roman, helbest, çîrok hema çi formê ve be weşanxaneyên Kurdan çap dikin. Belê, min jî berê her dizanibû ku wekî di romanên Götheyî de ciwanekî xeyalperestî jar desteyekî ji nivisên xwe dike bin çepla xwe ber derîyê rêvebirên çapxaneyan diçin tên. Lê nexêr, êdî heke pereyê te hebe tu dikarî her tiştî bidî çapkirin.

Ja min qijikê jî qaşo ji bona ku Kurmancîya xwe çêtir bikim, bi dehan ji van pirtûkên heşa hizûra we sosret û rezîl xwendin. Ne min tişte ji zimanê wan fem kir, ne jî kêrî tiştekî hatin. Min loma rike xwe wiha kirîye wan, yan na bila bên çapkirin, jixwe kixazê bi her awayî dêrs dikin bila hinekî jî wiha dêrs bikin.

Helbet ji her karê pûç encamên xweş jî derdikevin. Hîç nebe niha bêtir haya min ji bayê felekê heye. Ez dixwazim hema ji dilê min çi bê ez li ser vê rûpelê parve bikim. Bi her awayî, zimanî, fikrî û siyasî, dibe ku kêmasî an jî xeletiyên min çê bin. Lê li ser rûyê dinyayê ka hîç tiştekî bê kêmasî û xeletî heye? Min hêza xwe ji vê yekê girt. Xwezila rojekî hin kes jî van hevokan bixwînin û kêmasîyên min nîşan bidin ku fêr bibim. Xeletîyên min jî rexne bikin ku em nîqaş bikin.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen